Welatiyên Silêmaniyê eger hikûmeta Başûr xwedî helwest ba wê Tirkiyê nikarîba çekên Kîmyewî bi kar bîne.
Welatiyê ji Silêmaniyê Helgurd Zerdeştî derbarê bikaranîna çekên kîmyayî li dijî gerîla axivî û ev tişt anî ziman:
”Tirkiyê çi li djiî Kurdan bikar bîne jî wê negihî armanca xwe. Ev dewlet dewletek nîjadpereste, divê bê darizandin.”
Helgurd Zerdeştî balkişand ser hevariya PDK’ê bi Tirkiyê re û diyar kir ku wê aqûbeta xayinan jî weke ya Tirkiyê be.
Welatiyê Silêmaniyê yê bi navê Rizbar Mihemed jî bertek nîşanî bêdengiya hikûmeta Îraq û ya Başûr da û got:
Her du alî jî tenê bi berjewendiyên xwe difikirin, eger helwesta wan hebûya, Tiriyê nikarî vî sûcê li welat bike.