Mûrat Karayilan: Siyaseta qirkirinê li Îmraliyê tê meşandin

Fermandarê Biryargeha NPG’ê Mûrat Karayilan got, Êşkenceya psîkolojîk û tecrîda mutleq a li Îmraliyê esasê vê siyaseta qirkirinê ye.
Her wiha karayilan êrîşên ku niha AKP li ser Rojava dike êrîşên li dijî mirovahiyê ne nirxand û got:
Bi esasî ji hebûna gelê Kurd û statuya gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê aciz e.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat karayilan di hevpeyvînek xwe de tecrîda mutlaq ya li Îmraliyê û êrîşên dewleta tirk yên li ser Rojava nirxandin kir.

Mûrat karayilan di despêka nirxandinê xwe de bahsa sîstema Îmrali ya têcrîdê kir û wiha got:

“Li Îmraliyê hem qanûnên xwe hem Jî qanûnên navneteweyî bi eşkere binpê kirin.

Êşkenceya psîkolojîk û tecrîda mutleq a li Îmraliyê esasê vê siyaseta qirkirinê ye. ”

Mûrat Karayilan: Piştgiriya DYA’yê bi dewleta Tirk re eşkere ye

Mûrat karayilan di hevpeyvîna xwe de êrîşên li ser Iraq û Sûrî jî nirxand û wiha got:

“Niha, eger ne ji destûra Amerîkayê be gelo SÎHA û balafirên Tirk dikarin ewqasî bidin nava Iraq û Sûriyê?

Li Iraqê bêyî destûra Amerîkayê çûkek jî nikare bifire.

Gelo ev êrîş bêyî destûrê dikarin bêne kirin? Piştgiriya Amerîkayê eşkere ye.”

Mûrat Karayilan: Êrîşên li ser Rojava nayê qebûlkirin

Mûrat karayilan êrîşên li ser Rojava yê kurdistanê jî nirxand û got:

“Êrîşên li ser Rojava nayê qebûlkirin.

Êrîşên li ser çavkaniyên jiyanê yên civakekê, bi taybetî êrîşên li ser nexweşxane, matbaa, firin, embarên genim, febrîqeyan, binpêkirina qanûnên şer ên navneteweyî ye.

Êrîşa li ser van, kiryarek li dijî mirovahiyê ye.”

Mûrat Karayilan: Êrîşên AKP li ser Rojava dike êrîşên li dijî mirovahiyê ne

Bi domdarî Mûrat Karayilan anî ziman ku armanca êrîşên dewleta Tirk yê li ser Rojava ji holê rakirina Rêveberiya Xweser e û got:

“Êrîşên ku niha AKP li ser Rojava dike êrîşên li dijî mirovahiyê ne.

Bi esasî ji hebûna gelê Kurd û statuya gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê aciz e.

Yanî dixwaze Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji holê rake.”

Mûrat Karayilan: Divê li hemberî êrîşan bi rêbazên rast têkoşîn bê meşandin

“Êrîşên dewleta tirk ji bo astengkirina statuya gelê kurde”

Bi van gotinan Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan nirxandinê xwe wiha bi dawî kir:

“Ya ku bi esasî li wê derê êrîşî wê dike, statu ye.

Bi vî rengî dixwaze li pêşiya pêşketina sîstema Rêveberiya Xweser a Demokratîk bibe asteng.

Divê ji gelê Kurd û raya giştî re rastî bê nîşandan.

Li hemberî êrîşan bi rêbazên rast têkoşîn bê meşandin.”

Back to top button