Serdozgeriya Almanya 3 Sûrî bi girêdana bi rêxistineke terorîst re tawanbar kirin

Serdozgerê giştî yê dadgeha federal a Almanyayê 3 hemwelatiyên Sûrî, bi girêdayî wan a bi koma “Lîwa Tewhîd” a terorîst re tawanbar kirin.

“Lîwa Tewhîd” yek ji komên herî mezin ên çeteyên Tirkiyê li bakurê Sûriyê ye.

Ev koma çete li welatên Ewropayê di lîsteya terorê de ye.

Serdozgerê giştî yê dadgeha federal a Almanyayê bi daxuyaniyekê da zanîn ku hê jî ew her 3 hemwelatiyên Sûrî berdayî ne û serbest tevdiger in.

Yek ji kesên tawanbarkirî serçeteyê komê û yên dîtir jî karê ragihandinê dikirin.

Serdozger di daxuyaniyê de got:

“Lîwa Tewhîd” komeke Îslamîk û çekdar e. Ji sala 2012 heyanî 2014 li parêzgeha Helebê çalak bû û ji 1000 çekdarî pêk dihat.

Têkiliya vê komê li gel rêxistinên din ên terorîst ên weke “Cebhet Nusra” û “Ehrar Şam” ve heye.

Back to top button