HRW ji ber darvekirinan Îran hişyar kir

Zexta deshilata Îran ya li ser xwepêşandêran di meha xwe ya 3. de ye.
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) darvekirina xwepêşandêran weke binpêkirina mezin a dadweriyê binav kir û hişyarî da.
Komîsyona Jinan a NY ji ber binpêkirinên hêzên Îranê li hemberî jinan ew ji komisyonê derxistin.

Serhildana “Jin, Jiyan, Azadi” sê mehên xwe tejî dike.

Xwepêşandan û zexta deshilata Îranê di rojeva sereke rêxistinên mafê mirovan de ye.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) di raporek xwe de darvekirina Mihsîn Şikarî û Mecîd Reza rexne kir û ragihand ku metirsiya darvekirinê li ser çend kesên din heye.

Rêxistinê darvekirina xwepêşanderan weke ‘binpêkirinek mezin a dadperwerî’ pênase dike û rewşê metirsîdar dibîne û wiha tê gotin:

“Dadgehên Şoreşê yên Îranê cezayê darvekirinê herî kêm li 11 kesên din biriye û tê payîn ku vî cezayî bidin dehan kesên din.”

Rêxistinê bi îhtimala ku Îran vî cezayî li zarokan jî bibire hişyarî da.

Her wiha ragihand ku bi hîncetên cuda cezayê darvekirinê tê birîn û diyar kir ku pêvajoya dadgehkirinê gelek bi lez, bêyî parêzên dilxwaz û ji standarên cîhanê dûr pêk tê.

12’yê Kanûnê de nûçeya darvekirina Mecîd Reza Rehnewerd hate belavkirin.

Tenê 23 rojan di bin çavan de hiştin û ceza lê birîn.

Li welat yekem xwepêşanderê hatî darvekirin jî Mihsîn Şikarî bû.

Îran ji nava Komisyona Jinan a NY hate derxistin

Di qada navnetewî de jî zexta li ser Îranê dewam dike.

Di civîna Konseya Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekbûyî de deng li ser reşnivîsa biryarnameya derxistina Îranê ya ji komisyona jinan hat dayîn.

Di civînê de 29 welatan dengê ‘Belê’, 8 welatan jî dengê ‘Na’ û 16 welatan jî deng nedan.

Bi vê yekê re jî Îran ji nava Komisyona Jinan a NY’ê hat derxistin.

Hat gotin sedemê derxistina Îranê ji nava komisyonê, ji ber bê mafî û binpêkirinên ku desthilata Îranê li beramberî jinan dike ye.

Back to top button