Ji welatên Rojava berteka li dijî cezakirina Îmamoglû

Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ji doza ku dihat darizandin 2 sal û 7 meh û nîv ceza girt.
Ev ceza li Rojava rastî bertekan hat.
Di dema ku Amerîkayê got “biryar li dijî serweriya hiqûqê ye”, daxuyaniyên ji Ewropayê jî diyar kirin ku biryar siyasî ye.

Serokê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bi boneya heqaret li Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind Sadî Guven û endamên desteyê kiriye hate darizandin.

Dadgeha Ceza ya Esliyeyê ya 7’emîn a Anadolûyê, Îmamoglû bi 2 sal û 7 meh û 15 roj ceza kir.

Rêveberiya Washingtonê bertek nîşanî cezayê girtîgehê yê Îmamoglû da.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve Vedant Patel ve hat dayîn de hat îfadekirin ku cezayê li Îmamoglu hatiye birîn li Amerîkayê “nerehetî û bêhêvîbûneke kûr çêkir”.

Patel wiha got:

“Ev cezaya neheq li dijî mafên mirovan, azadiyên bingehîn û dewleta hiqûqê ye.

Nacho Sanchez Amor Raportorê Tirkiyê yê Parlamentoya Ewropayê bi Îmamoglû re wêneyekî xwe parve kir û wiha nivîsî:

“Xuya bû ku ne mimkûn bû, lê pêk hat.

Li Tirkiyê edalet di rewşeke xerab de ye, bi giranî ji bo armancên siyasî tê bikaranîn.

Ew rojek pir xemgîn e.”

Partiya Sosyalîst a Ewropayê cezayê ku li Îmamoglû hat dayîn, weke “Xerabiyeke din a dewleta hiqûqê û daraza serbixwe ya li Tirkiyê” bi nav kir.

Şaredarê Atînayê Kostas Bakoyannis bi Îmamoglû re wêneyek parve kir û wiha got:

“Li Tirkiyê bi rastî rojek reş e ji bo demokrasiyê.

Biryara siyasetmedarekî ku ji bo aştî, edalet û gerdûnîbûnê diparêze ji azadî û mafên xwe yên siyasî bêpar were hiştin, tenê hêrs û xemgîniyê derdixe holê.”

Di daxuyaniya ku ji aliyê rêxistina Eurocities ve hat dayîn de ev tişt hate gotin:

“Em li cem Îmamoglûyê ku bi cezayê neheqî hat mehkûmkirin radiwestin.”

Rêxistina navborî hevkariya di navbera bajarên Ewropayê de pêk tîne.

HRW: Biryara dadgehê şerma edaletê ye

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Qedexekirin û qedexekirina siyasî ya Ekrem Îmamoglû ya ji ber şîroveya wî ya li çapemeniyê, divê weke binpêkirina mafan û êrîşeke bêhiqûqî û siyasî ya li hemberî mûxalefeta Tirkiyê ya beriya hilbijartinên 2023’an bê dîtin.”

Rêxistinê ev yek weke şermeke bo edaletê binav kir.

Back to top button