Serokwekîlên HDP’ê: Li hemberî me nikarin sûcekî bibînin

Serokwekîlên koma HDP’ê têkildarî fezlekeyên li hemberî wekîlên wan hatine amadekirin daxuyaniyek dan û diyar kirin ku di fezlekeyan de delîlek jî nîne. Serokwekîlan diyar kirin divê bîryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê a derbarê Selahedîn Demîrtaş de jî were pêk anîn.

Serokwekîlên koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç, li ser pêkneanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya têkildarî berdana Selahdîn Demîrtaş û fezlekeyên li dijî wekîlên wan hatine amadekirin, li Meclîsê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya 22’ê Kanûna 2020’î hate bibîrxistin, ku di biryarê de hate xwestin, Demîrtaş bê berdan û hate gotin,

“Heta niha ev biryar bi cih nehatiye anîn. 2,5 derbas bûn, em li benda bicihanîna vê biryarê ne.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di heman demê de xaleke destûra bingehîn e ku Tirkiye neçar e bi cih bîne.

Di daxuyaniyê de serhildanên ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê yên 6-8’ê Cotmehê hatin bibîrxistin ku bûye mijara fezlekeyê û hate gotin,

“Eger hûn HDP’ê ji bûyeran berpirsyar dibînin, wê demê çima piştî 5 mehan we Peymana Dolmabahçeyê îmze kirin?”

Di daxuyaniyê de fezlekeyên li dijî parlamenterên HDP’ê hate nirxandin û wiha hat gotin,

“Di vir de pêvajoyeke du alî heye. Ji aliyekî ve doz dewam dike, li aliyê din jî fezlekeyên der barê 9 parlamenteran tên nîqaşkirin. Gelo nîqaşkirina van fezlekeyan destwerdana li dadgeriyê nîne? Ka dadgerî serbixwe û bêalî bû?”

Hate ragihandin ku fezlekeyên têkildarî wan heta sala 2012’an diçe û hate gotin,

“Ji sala 2012’an heta berxwedana Bogazîçiyê di fezlekeyan de lêkolîn dijî me hatiye kirin. Li hemberî me nikarin sûcekî bibînin, vê carê çavkaniyên eşkere lêkolîn kirine. Delîlek jî peyda nekirine.”

Back to top button