Partiyên Tifaqa Kurdistanî banga xwedî derketina li HDP’ê kirin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zext û êrîşên li dijî HDP’ê her diçin zêde dibin.
Partî û Tevgerên Tifaqa Kurdistanî yên bakurê Kurdistanê bang li gelên Tirkiyê û hêzên demokrasiyê kirin ku xwedî li HDP’ê derkevin û piştgiriya wê bikin.

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê êrîşên xwe yên li dijî HDP’ê bê navber dewam dike.

Piştgirî û xwedî derketina li HDP’ê jî mezin dibe.

8 Partî û Tevgerên Tifaqa Kurdistanî yên li Bakurê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser HDP’ê dan û bang li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyê kirin ku xwedî li HDP’ê derkevin û piştgiriya wê bikin.

Partî û Tevgerên Tifaqa Kurdistanî têkildarî êrîşên li ser Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê û nîqaşên girtinê de daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Tifaqa Kurdistanî êrîşên li ser HDP’ê şermezar kir û hat gotin ku HDP di çarçoveya qanûnên dewleta Tirk de hatiye avakirin û weke partiya sêyemîn a li meclîsa Tirkiyê ye.

Tifaqa Kurdistanî bal kişande li ser doza girtina HDP’ê û wiha hat gotin,

“Partiyeke ku temsîliyeta vîna ji 6 milyonan zêdetir hilbijêran dike, dûrxistina ji wezîfeyê a hevşaredaran ku hatibûn hilbijartin, rakirina bergiriyên parlementerên HDPê, Hevserokên giştî yê partiyê jî di nav de, girtinên bi hezaran rêveberan bi awayekî eşkere binpêkirina qanûnê ye.”

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin bi ceribandinên berê yên bê encam ên derbarê pirsgirêka Kurd de dikeve rêyeke xitimî û hat gotin ku divê pirsgirêka Kurd divê sîyasî, demokratîk û aştîyane û li gorî pîvan û peymanên navnetewî bê çareserkirin.

Partî û Tevgerên Tifaqa Kurdistanî bang li gel û hêzên demokrasîyê yên Tirkiyê kir ku li dijî zext û êrîşên li ser HDP’ê xwedî helwest bin û xwedî li têkoşîna azadiyê derkevin.

Back to top button