Rejîma Sûrî operasyonên xwe yên leşkerî yên Esîmanî û bejayî li gundewarê Idlib û Hemayê zêdetir dike. Herî dawî li bejahiya Hemayê 14 çeteyên dewleta Tirk a dagirker û 5 leşkerên rejîmê hatin kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku balafirên şer ên rejîma Sûrî bi piştevaniya Rûsiyayê herêmên Til Milih û Kirnaz li gundewarê Hemayê bombebaran kirin.
Di van êrîşan de rejîm hewil da ku gundê Til Milih yê stratejîk kontrol bike.
Di encam de 14 çeteyên dewleta Tikr a dagirker û 5 leşkerên rejîma Sûrî hatin kuştin.
Duh jî li gundewarê Idlibê şerekî dijwar di navbera rejîm û çeteyên Dewleta Tirk a dagirker de rû da.
Piraniya wan çeteyên dewleta tirk zêdetirî 100 çete hatin kuştin.