Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi dirûşma ” Bi îrade û îsrara xwe em ê ciwanan bi rêxistin bikin, welat rizgar bikin û siberojê ava bikin”, kongreya xwe ya 2’yemîn li dar dixe.
Kongre bi beşdarbûna 160 endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê û bi dehan endam û rêveberên meclis, partî û saziyam li bajarê Reqayê hate hate destpêkirin.
Piştî axaftina vekirinê rewşa siyasî, rêxistinî hate nîqaşkirin û xebatên sala borî yên meclisê hatin nirxandin.
Her wiha di nîqaşan de hate diyar kirin ku wê meclis ji nû ve were sazkirin û stratejiya xebatan wê were diyarkirin.
Li gorî rêziknameya meclisê, kongre dê her du salan carekê were lidarxistin.
Kongre dê bi encamnameyekê bi dawî bibe.