Gelê Lîbî careke din li dijî Wîfaqê daket qadan

Li dijî hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî, careke din gelê Lîbî daketin qadan.

Medyaya Lîbî ragihand ku duh xwepêşanderan li Terablusê ber bi avahiya meclisa serokatiyê ve çûn û çeteyên Tirkiyê gule li xwepêşanderan reşandin.

Her wiha hate ragihandin ku li bajarê Esabi’a komên bi navê “Simûd” pêngavên binçavkirinê pêk anîn.

El-Mismarî: Tirkiye û hikûmeta Ixwanî dinyayê dixapînin

Li aliyekî din, Berdevkê Artêşa Lîbî Ehmed Mismarî ragihand ku Hikûmeta Wîfaqê, ji bo raya giştî bixapîne û dest bi planên veşartî bike, agirbest ragihandiye.

Mismarî eşkere kir jî ku gelek hêzên artêşa Tirk xwe li dora bajarê Sirtê kom kiriye û amadekariyên şer dikin.

Mismarî da zanîn ku duh Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusi Akar serdana Terablusa peytext kir û biryara êrîşa li ser Sirtê da.

Berdevkê Artêşa Lîbî got ku ew li dijî hemû hewldanên Tirkiyê yên dagirkeriyê amade ne û ew ê bersivên dijwar bidin.

Back to top button