Hevserokatiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ragihand ku du gerîla di encama komployeke hêzên Îranê de, li bajarê Pênciwênê yê Başûrê Kurdistanê şehîd bûn.
Hevserokatiya PJAK’ê derbarê şehîdxistina 2 gerîlayan a li bajarê Pênciwên ê girêdayî Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.
Li gorî hevserokatiya PJAK’ê, 2 kes bi armanca dîtina komek gerîlayan serdana herêma Çem Şilêr a bajarê Pênciwên dikin.
Hat gotin, “Ev du kesên kirêger, bi pîlanek berê hatî amadekirin, diçin gel gerîlayan û dema derfetê dibînin plana xwe pêk tînin.
Di encamê de roja 4’ê sibata borî de gerîlayên bi navê Zagros Manî û Şevger Çiya bi şêwazek hovane tên şehîdxistin.”
Hevserokatiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) destnîşan kir ku ev bûyer carek din rûyê dij mirovahiyê yê rêjîma Îranê nîşan dide.