Çeteyan, jimareke mezin a şêniyên Efrînê revandin

Bi salvegera 2. a dagirkirina Efrînê re, dewleta Tirk û çeteyên kirarên xwe yên hovane li dijî şêniyên Erînê didomînin.

Çete li Efrînê hejmarek mezin a şêniyên Efrînê revandin û malên kurdan desteser dikin.

Çeteyan li navçeya Şêrewa jî 400 darên fêkiryan birîn.

Bi salvegera 2. a dagirkirina Efrînê, dewleta Tirk û çeteyên wê dixweze bi kirayrên xwe yên Qirîj, guhartina demografiya Efrînê pêk bîne.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî ragihand ku çeteyên dagirkeriya Tirk, duh bi ser malên sivîlan de girt û 9 sivîl binçav kirin.

Ji wan, sêniyê bi navê Ebdîn Etna û Hesen Hesen ji gundê Hebo yê navçeya Mabatayê ne.

Li navçeya Şiyê jî Çete cara sêyemîn şêniyê bi navê Beker Ehmed Hecî yê ji gundê Enqelê revand.

Çete ji malbata Hecî 2 milyon LS dixwazin.

Li heman gundê Enqelê çete şêniyê bi navê Reşêd Xelîl Ehmed (18) dema pezên xwe diçêrandin, revand.

Çete li navçeya Şêrewa 400 darên fêkiya birîn

Li aliyek din malpara Efrînpost diyar kir ku li gundê Basotê yê Şêrewa çeteyên dewleta Tirk zeviya Hinaran yê şêniyê bi navê Yûsiv Xelîl desteser kir.

Li gundê Gurzêlê yê Şêrewa çeteyan zêdetirî 400 darên Çeftelî yên şêniyê bi navê Mihemed Îbiş Fîyo û darên wî yên fêkiyê jî deteser kir.

Çeteyên Tirk li Efrênî malên kurdan desteser dikin

Çavkaniyên herêmî da xuya kirin ku çeteyên dagirkeriya Tirk li bajarê Efrînê malên şêniyê bi navê Ebo Elî yê ji gundê Beradê yê Şêrewa û Henan Hemo yê ji gundê Dîkê yê navçeya Bilbilê desteser kirin û bi 1500 dolarî firotin.

Her wiha li taxa Eşrefiyê ya Efrînê ji bo destedserkirina li ser mala şêniyê bi navê Ezîz Ebo Mihemed pevçûnek di navbera çeteyan de rû da.

Di encamê de çeteyek birîndar bû.

Back to top button