Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûrî bi demokratîkbûna Sûriyê ve girêda û bang li gel kir ku ji bo Sûriyeke demokratîk têbikoşin û hevgirtina xwe xurt bike.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik der barê jiyana demokratîk û azad a Rojava û Xweserbûna Şengalê de ji Rojnameya Hawlatî re axivî.
Cemîl Bayik diyar kir ku sedemên hebûna Amerîka li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev in:
Di mijara jinûveavakirina Sûriyê de hebûna xwe bi kar bîne.
Bandora xwe ya li ser Iraqê bi vî rengî xurt bike.
Bandora siyasî li Kurdan bike.
Cemîl Bayik: Rûsya, Amerîka û hêzên biyanî dixwazin di avakirina Sûriyê de xwedî rol bin
Bayik da xuyakirin ku Rûsya jî rewatiya hebûna xwe ya li Sûriyê dispêre hikûmeta Sûriyê û dixwaze di avakirina Sûriyê de xwedî rol be.
Di heman demê de Cemîl Bayik destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagîrker û hin welatên cuda jî heman polîtîkayan dimeşînin û da zanîn ku armanca bingehîn a Tirkiyê ew e ku pêşî li statuya siyasî ya Kurdan a li Sûriyê bigire.
Bayik teqez kir ku hêzên derve bi giştî dixwazin Kurdan ber bi xwe ve bibin, lewre hebûna wan ji bo Kurdên Rojava metirsî ye û divê di vê pêvajoyê de, têkoşîna gel xurtir bibe.
Her wiha Cemîl Bayik diyar kir ku divê gelê Rojavayê Kurdistanê xwe bispêre afirandina Kurdistaneke xweser û Sûriyeke demokratîk û got:
“Eger li tevahiya Sûriyê, demokratîkbûn û demokrasiya xwecihî çênebe, azadiya Rojava jî ewle nabe.”
Cemîl Bayik: Rêber Ocalan ji bo azadiya Kurdan û jiyana demokratîk têdikoşe
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di dawiya nirxandina xwe de cenja Newrozê li gel pîroz kir û der barê Ocalan de ev peyam da:
Rêber Ocalan ji bo azadiya Kurdan, ji bo jiyana demokratîk têdikoşe.
Mejî û dilê xwe ji bo gelê Kurdistanê dixebitîne.
Di dilê Rêber Ocalan de çar parçeyên Kurdistanê, gel, ciwan û jinên Kurdistanê hene, ji ber vê yekê xwedîderketina li Rêber Apo xwedîderketina li xwe ye.”