Çavdêriya Sûrî: 129 çeteyên dewleta Tirk li Lîbiyayê, hatin kuştin

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku di encama şerê li paytexta Lîbyayê de 129 çeteyên sûrî yên ku dewleta Tirk şandine, hatin kuştin û di heman demê de dewleta Tirk hê jî proseya şandina bi darê zorê li ser çeteyan dide meşandin.

Çavdêriyê piştrast kir ku çeteyên hatine kuştin ên Lîwa El-Mutesim, Firqet Sultan Murad, Seqir El-Şemal, Hemzat û Silêman Şah in.

Di heman çarçoveyê de Çavdêriyê ragihand ku jimara kesên tevlî artêşê bûne, li gorî jimara Tirkiyê diyar kiriye ji 6 hezar çete zêdetir e, lewma fonên çeteyên sûrî yên ku şandine şerê li Lîbyayê kêm kirine.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan diyar kir ku di demên derbasbûyî de jimara çeteyên ku gihaştine paytexta Lîbyayê heta niha gihaştiye 4 hezar û 750 çeteyan, di heman demê de jimara çeteyên li Tirkiyê tevlî perwerdeyê dibin jî gihaştiye hezar û 900 çeteyî.

Back to top button