Malbatek Efrînî: Çete dareke zeytûnê dibirin, em li şûna wê bi sedan daran diçînin

Tevî dagirkirin Efrînê, Efrînî dest ji çandina darên zeytûnê bernedan û li her derê diçînin.

Malbatek Efrînî yên li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê koçber bûye, bi çandina daran ve girêdaye.

Ev malbat ji 40 salî ve di çandina darên zeytûnê de kar dike.

Malbata Efrînî li kantona Şehbayê carek din dest bi çandina darên zeytûnê kir.

Ji du salan ve malbatê derdora 300 hezar şitlên zeytûnê çandine.

Beşek jê li kantonê firotine, beşek din jî li bakurê Sûriyê firotine.

Ehmed Henan (65) xwediyê vê projeyê, girêdana xwe bi darên zeytûnê re rave kir û got:

Her çiqas çeteyan darên zeytûnê bibirin, li şûna wê em ê sed dar biçînin.

Back to top button