GERÎLAYAN NAMEYEK BIŞTGIRIYÊ JI ÇALAKGERÊN BAŞÛR RE ŞANDIN

Gerîlayên azadiya Kurdistanê jî ji çiyayên azad ên Kurdistanê ji bo çalakgerên greva birçîbûnê yên li Başûrê Kurdistanê nameyek şandin.

Gerîlayan di nameya xwe de wiha gotin:

Em wek gerîlayên azadiya Kurdistanê li çiyayên Kurdistanê rêz, silav û heskirinên xwe ji bo we dişînin.

Gerîlayên azadiya Kurdistanê vê çalakiya we bi nirx û pîroz dibînin.

Ev çalakiya we dilê me germ dike û ji bo me hêviye.

Hevalên hêja, Heval Nasir, Şeyma, Herêm, Gulebax û Fatma Ehmed… ew erkê ku we di vê demê de xistî ser milê xwe erkekî netewî, wijdanî û exlaqî yê her take kesekî Kurde.

Carek din em berxwedana we silav dikîn.

Piştrastbin ku wê çalakiya we bi ser bikeve.

We piştrast dikîn ku dilê her gerîlayekî li gel we lê dide û li gel we de ye.

Ta gerîlayek tenê mabe wê têkoşîna ji bo azadiyê ne sekine, ta Kurdistan jî mabe wê gerîla jî bi mîne..

Leave a Reply

Back to top button