LI CERABLUS, BAB, EZAZ Û EFRÎNÊ ŞÊNÎ SERÎ HILDIDIN Û BANGA DERKETINA WÊ DIKIN

Li cihê ku deweta tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine, aramî nemaye.
Bi taybet herêma rojavayê çemê firatê ku ji Cerablosê heta Idlibê ev rewş heye.
Xelkê herêmê ku ji vê yekê bi hêrs bûye, li dijî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê banga çalakiyan dikin.

Dewleta Tirk a dagirker ci cihê ku dagirkiriye, wêranî û talanî bi xwere aniye.

Herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de ji Cerablusê heya Efrînê ji destpêka meha Adarê ve gelek aloz bûne.

Di van demên dawîn de li herêmên Bab, Efrîn, Cerablus û Ezazê di navbera çeteyan de gelek caran şerê navxweyî derketine.

Her komeke çete dixwaze li gorî xwe herêmê bi rêve bibe.

Ji bilî binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser sivîlan û revandina sivîlan, girtina fidyeyan, ji ber teqînên ku rû didin, şênî di nav tirsê de dijîn.

Li herêmê di van du rojên dawîn de du endamên istixbarata Tirkiyê ji Cerablusê û 3 endam ji Babê ji aliyên kesên ne nas ve hatine revandin û heta niha çaranûsa wan ne diyar e.

Ji ber ku dagirkeriya Tirk fonên çeteyan qut kirine.

Çeteyên ku pereyên wan hatine qutkirin, vê carê dizî û talana mal u milkê şêniyan zêde kiriye.

Ji ber binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Cerablus, Bab, Ezaz û Efrînê hêrsa şêniyan zêde bûye û ev hêrs gihaşt asta serhildanê.

Şênî agir bi tekeran xistin û li ser dîwaran nivîsên `Dagirkeriya Tirk hilweşe, Tirkiye hilweşe` nivîsandin û banga derketina dagirkeriya Tirk dikin.

Li aliyekî din jî tirsa dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê li gel operasyonên leşkerî yên Hêzên Rizgarkirina Efrînê û Xezeba Zeytûnê zêde dibin.

Ji ber wê dagirkeriya dewleta Tirk hebûna xwe li herêmê zêde kiriye.

Artêşa tirk a dagirker di van rojên dawiyê de, dor li gundên ku hîna kurd lê hene girtiye.

Her wiha dagirkeriya Tirk kemîreyên çavdêriyê li ser tevahiya riyên sereke û şaxî bi cih kirine.

Leave a Reply

Back to top button