TEMELLÎ: HILBIJÊRÊN ME LI AMED JÎ Û LI STENBOLÊ JÎ WÊ BI HEMAN HESTÎ BIÇIN DENGDAYÎNÊ

Hilbijartina herêmî li ber deriyan e.. Ango ji bo hilbijartin tenê 2 roj man.
Di demên dawî de ji namzet, hevşaredar, endamên HDP’ê bigire heta Hevserokên giştî yên HDP’ê xebatek zêde hat kirin.
Bi taybet hevserokên giştî yên HDP’ê rojane di nava gel de bûn, mîtîng li dardixistin, li gel guhdardikirin û serdana dikandarankirin.
Herî dawî Perwîn Buldan derbarê encama hilbijartinê de axivî û got:
Wê encama hilbijartinê hêviyên AKP’ê bişikîne.

Ji hilbijartina herêmî ya 31’Adarê re tenê 2 roj man.

Demek dirêj bû HDP’ê di nava liv û tevgera hilbijartinê de bû.

Hevserokên HDP’ê Sezaî Temellî û Pervin Buldan di vê dema dirêj de, rojane di nava gel de bûn û li pirsgirêkên gel guhdardikirin.

Hevserokên HDP’ê her cihê ku diçûnê di nava astengî û tedbîrên polîsan de mitîng û hevdîtinên xwe yên bi gel re li dar xistin.

Temellî û Buldan derbarê vê pêvajo ango kampanya hilbijartinê ya li pey xwe dihêlin de axivîn.

Temellî da zanîn ku HDP’ê partiya ku herî zêde bandorê li ser siyaseta Tirkiyê dike ye û got:

“Ev hêza me ye. Ev hêviya me ye. Em ê vê hêviya xwe veguhezînin sindoqan. Em ê ji vê tawîz nedin.”

Temellî got di hilbijartina xwecihî de îhtîmala wan a ku 130 şaredariyan bi dest bixin heye.

Temellî da zanîn ku ew seranserî mehekê li bajarên herêmê û Tirkiyê bi kêfxweşiya 24’ê Hezîranê hatin pêşwazîkirin û di her hevdîtinê de hêrsa gel a li dijî polîtîkaya qeyûman derdiket holê.

BULDAN: WÊ ENCAMA HILBIJARTINÊ HÊVIYÊN AKP’Ê BIŞIKÎNE

Her wiha Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî da zanîn ku wan di kampanya xwe ya hilbijartinê de serdana her kesê kirin û got;

“Em li her deverê çûn cem gel û me xebat birêve bir. Bi rastî jî gel eleqeyek mezin nîşan dide.

Ji daxuyaniyên Erdogan û rayedarên AKP-MHP’ê jî tê fêmkirin ku winda kirine.

Em ji daxuyanî yanî ji deve Erdogan fêm dikin ku ketine tengasiyê.

Çawa dest bi xebata xwe ya hilbijartinê kirin ji zimanê Erdogan ê hişk her tişt xwe da nîşandan.”

Buldan bang li hilbijêrên hêj biryara xwe nedane jî kir û got:

“Girseya bêbiryar belkî jî herî zêde ew bandorê li ser hilbijartinê bikin û encama hilbijartinê biguherînin.

Bila tu kes nebêje ‘bi dengek min tiştek naguhere’ û wisa nefikirin.

Divê hûn dizanibin ku dengek we çiqas bi qîmet e. Divê li ser vê qîmetê tevger bikin.”

 

Leave a Reply

Back to top button