UNICEF: Li Cîhanê 330 milyon zarok di nav xizaniyê de dijîn

UNICEF û Banka Cîhanî bi raporekê eşkere kirin ku 330 milyon zarok di nav belengazî û xizaniyeke mezin de dijîn.

Li gorî rapora Fona Alîkariyê ya Ji Bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Banka Cîhanê, dahata rojane ya şeş zarokan yekî ji 2,15 dolaran kêmtir e.

Di raporê de tê diyarkirin ger kêmasiyên ji ber Covîd-19’ê nebûna wê 30 milyon zarok ji hejariyê bihatana rizgarkirin.

Dîrektora Pêkanînê yê UNICEF’ê Katrîn Rasil got:

“333 milyon zarok ne bi tenê ji pêdiviyên sereke di heman demê de ji rûmet, firsend û hêviyê jî bêpar in. Vê cîhana ku zarok di nav feqiriyê de dijîn nayê qebûlkirin.”

Hejariya herî zêde li Efrîkiya binê sehrayê pêk tê û rêjeya li vir ji sedî 40 e.

Back to top button