“Em piştgiriyê didin xwepêşandanên li Siwêdayê”

Endama Ofîsa Organîzasyona Partiya Pêşerojê a Sûriyê ya Hesekê Newroz Abdo diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakiyên li Siwêdayê û bi jinên çalakvan re di nava hevgirtinê de ne.

Endama Ofîsa Organîzasyona Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Newroz Abdo jî têkildarî çalakiyên li Siwêdayê axivî.

Newroz diyar kir ku krîza aborî ya li Sûriyê xizaniyê zêdetir kiriye û mercên jiyanê xirab bûne û got:

11 sal piştî aloziya Sûriyê, li bajaren Siwêdayê û Dera, gel ji bo daxwazên rewa derket kolanan lê daxwazên wan ji aliyê hikumetê ve hatin redkirin.

Newroz da zanîn ku dirûşmên ku daxwaza jiyana bi rûmet dikin diqîrin û wiha bi lêv kir:

Gel û Jinên Siwêdayê dirûşmên ku piştgiriyê didin xebatên neteweya demokratîk diqîrin.

Bîranîna Hevrîn Xelef di çalakiyan de peyameke girîng e.

Em piştgiriyê diidn tevgera gelê Siwêdayê û bang dikin ku heta serkeftinê çalakger têkoşîna xwe bidomînin.

Back to top button