Xwepêşandanên li Siwêdayê bi hêrs dewam dikin

Xwepêşandanên li Siwêdayê dewam dikin.
Piştevaniya jinên herêmê jî ji xwepêşandanê re zêde dibin.

Gelê Siwêdayê xwepêşandanên bi armanca azadî, serxwebûn, wekehevî û demokratîbûnê dewam dikin.

Îro jî xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li gorî malpera Siwêda 24 ragihand, leşkerên hêzên hikûmetê gule li xwepêşandêran reşandin.

Malperê diyar kir ku ji hundirê avahiya Partiya Baasê ve ku xwepêşandêran hewl didan wê bigrin gule li wan hate reşandin û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî da zanîn ku piştî bûyerê, komeke mezin ji xwepêşandêran berê xwe da avahiya partiyê.

Back to top button