Bedran Çiyakurd: Bi hikumeta Şamê tenê çareserî nabe

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiyakurd teqez kir ku armanca civînên Astanayê dirêjkirina temenê rêxistinên terorîst û aloziya li Sûriyê ye û piştrast kir ku çareserî bi hikumeta Şamê tenê nabe.

Bedran Ciyakurd diyar kir ku encamên hersê civînên vê dawiyê yên Astanayê wek hev bûn û tê de hat xuyakirin ku armanca wan a sereke derbekirina projiya dermokratîk û siyasî ya li herêmên Rêveberiya Xweser e.

Li Astanayê, Pêncşemê civînên gera 15. yên di navbera qaşo hersê garantorên aloziya Sûrî, Rûsya, Îran û Tirkiyê de bêencam bi dawî bûn.

Li ser vê mijarê Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiyakurd bû mêvanê bernameya Mesarat ya Ronahî TV.

Bedran Ciyakurd destnîşan kir ku di civînan de li ser yekîtiya axa Sûriyê û têkoşîna li dijî terorê hat nîqaşkirin, lê her kes dizane ku di rêza yekemîn de dewleta Tirk piştgiriya çeteyan dike û mînaka vê yekê çeteyên wê yên li Idlibê ne.

Çiyakurd dibîne ku, ev civîn ji bilî kuştin, koçberkirin, guhertina demografî, ji xelkên Sûriyê re neaniye û dagirkirina Efrînê yek ji encamên van civînan bû.

Cîgirê Hevserokatiyê teqez kir ku çareserkirina aloziya Sûriyê ne tenê di destê hikumeta Şamê de ye, belê divê civîn û diyalog bi peşdarbûna hemû pêkhatiyên Sûriyê werin lidarxistin.

Em dizanin ku aloziya Sûriyê bêyî beşdarbûna xelkên Sûriyê çareser nabe.

Ji ber ku çareserî ne tenê di destê deweletên astana û hikumeta Şamê de ye û ev yek di civînên Cinêvê de jî hat eşkerekirin.

Armancên van ger û civînan dirêjkirina aloziya Sûriyê û piştgiriya terorê ye.

Di dawiyê de Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiyakurd rola dewletên garantor û Koalisyona navdewletî rexne kir ku bi awayekî pratîk bi rola xwe ranabin.

Back to top button