Li Efrînê 2 sivîlên din ji aliyê çeteyan ve hatin revandin

Li Efrîna dagirkirî, ne gel û ne şaristan, ne jî xwaza ji sûcên hovên dewleta Tirk xelas dibin, ravadina xelkên herêmê û talan û wêrankirina cihên dîrokî hema rojane hene û herî dawî 2 sivîl hatin revandin.

Malpera Afrîn post ragihand ku çeteyan dewleta Tirk 2 sivîl ji navenda Sûq El-Hal a Efrînê roja Pêncşemê ravandin.

Bi dayîna fîdyeyê bi qasî 2200 lireyên Tirkî, sivîlek ku ev nêzî 2 mehan hatibû revandin, hat berdan.

Her wiha birîna daran jî li Efrîna dagirkirî berdewam e û duh çeteyan derdora 75 darên zeytûnê ji gundên Çema û Qîbarê birîn.

“Kêmî 2 mehan wêrankirina 10 girên dîrokî hatine belgekirin”

Hevseroka Gerînendetiya Şûnwaran a herêma Efrînê Esmehan Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca guhertina demgorafiyê, girên dîrokî û şûnwarên bajêr wêran dikin û da zanîn ku ji destpêka vê sala û heta niha talankirina 10 girên dîrokî li Efrînê hatiye belgekirin.

Back to top button