Xedîce Îbrahîm: Ji bo azadî û edaletê em ê parêzeriyê ji bo Rêber Apo bikin

Komeke parêzerên herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyê dikin ku bibin parêzerên Rêber Abdullah Ocalan. Der barê mijarê de, Hevseroka Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Xedîce Îbrahîm diyar kir ku ji bo azadî û edaletê dê parêzeriyê ji bo Rêber APO bikin û dest bi pêngava îmzeyan kiriye.

Xedîce Îbrahîm diyar kir ku Yekitiya Parêzeran a herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha fikir û ramanên Rêber APO hatiye damezrandin.

Di sala 2016 ‘an de komîteyek ji 35 parêzeran hat avakirin, ev komîte xwe wek parêzerên rêber Abdullah Ocalan ragihand.

Niha jî Yekîtiya parêzerên herêma Cizîrê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber APO dest bi pêngava îmzeyan kiriye.

Der barê mijarê de, Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Xedîce Îbrahîm axivî û got:

Bangên me yên cuda hene ku divê Dadgeha Mafên Miorvan a Ewropayê (DMME) li dijî tecrîda li ser Rêber Apo dest bi xebatê bike.

Xedîce Îbrahîm îşaret pê kir ku ji bo tecrîd bê rakirin û Rêber APO azadiya xwe ya fîzîkî mîsoger bike, wan dest bi pêngavekê kiriye.

Hevseroka Yekitiyê teqez kir, ew ê komîteyeke nû ava bikin da ku xebatê wan bi rêxistintir û encamgirtir bin.

Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê di 26’ê Çileyê de bi daxuyaniyekê ragihandibû, ew ê bi erka parêzeriya Rêber Abdullah Ocalan rabin.

Back to top button