Akar: Şandeyek DYA li Tirkiyê ye

Di demeke li Efxanistanê rewş aloz dibe de, Tirkiye dixwaze dagirkeriya xwe ya li herêmê bidomîne.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar diyar kir ku komîteyek teknîkî ya Amerîka li Tirkiyê ye û got: Heta niha ti biryarek ne hatiye dayîn.

Hulusî Akar, di derbarê domandina berpirsiyariya xebitandina Balafirgeha Navneteweyî ya Hamid Karzai ya li Efxanistanê de got,

“Şandeya DYA, îro hat Wezareta me.

Gotûbêjên me dest pê kirine û didomînin.

Heta niha tu biryar nehatiye girtin.

Ji derveyî personelên meyên heyî, ti personelên me tune ku biçin herêmê. ”

Akar di axaftina xwe ya li merasîmekê de qala geşedanên li Efxanistanê kir.

Akar yê dixwaze li Efxanistanê dagirkeriya xwe bidomîne, qala têkliyên dîrokî yên navbera Efxanistan û Tirkiyê kir.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê ji bo li ser dagirkeriyê bigre jî, daxwaza hebûna hêzên xwe ya li Efxanistanê jî weke parastina welatiyan anî ziman.

Li dijî bangên mayîna Tirkiyê ya li Efxanistanê, Tevgera Talîban di rojên derbasbûyî de, gelek caran Enqere hişyar kir.

Doh jî alîgirên hikumeta Efxanistannê jî li Kahdaman piştevaniya xwe ya bi hikumetê re nîşan dan.

Back to top button