HPG: Li herêma Metîna 6 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin

Berxwedana gerîlayên Kurdistanê ya di çarçoveya Pêngavan de a li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê dewam dike. HPG’ê ragihandin li herêma Metîna hêzên gerîla ji du baskan ve çalakî pêk anîn û di encamê 6 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di çarçoveya Pêngavên Şoreşger yên Bazê Zagrosê û Cenga Xabûrê de rojane derban li artêşa Tirk ya dagirker didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çalakiyên gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê de li herêma Metîna li artêşa Tirk ya dagirker xistin û ev agahî parve kir;

“24’ê Hezîranê li dijî dagirkerên li ser Girê Koordînê bi du baskan çalakî hate kirin. Di van çalakiyan de 6 dagirker hatin kuştin, çeper û çekên tê de hatin rûxandin.”

Hat diyar kirin ev çalakî ji bo bîranîna salvegera şehadeta Zîlan (Zeyneb Kinaci) hatiye kirin.

HPG’ê da zanîn di çaroveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de jî li dijî dagirkeran çalakî hatine kirin.

Hat diyar kirin 23 û 24’ê Hezîranê li dijî dagirkerên li qada Girê Sor ya herêma Avaşînê çalakiyên bi bandor hatin kirin.

Hate gotin di van çalakiyan de hêjmara kuştî û birîndarên dagirkeran nehatiye zelal kirin.

HPG’ê da zanîn êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

Hat diyar kirin 22 û 23’yê Hezîranê herêmên Metîna û Avaşînê bi balafirên şer hatin bombebaran kirin.
Hat gotin ji ber van bombebaranan ti windahiyên gerîla çênebûne.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên 4 gerîlayên bi nave Êriş Gelî Gever, Jînda Avareş, Adil Reşo û Xebat Goyî ku 30’yê Hezîrana 2017’an li herêma Herekolê şehîdbûne eşkere kir.

HPG’ê ji malbatên gerîlayên şehîd û gelê Kurd re sersaxî xwest û soza pêkanîna xeyal û armancên şehîdan da.

Back to top button