HPG: 389 dagirker hatin kuştin 47 dagirker jî birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker du meh in bê navber êrîşî başûrê Kurdistanê dike. Gerîlayên Kurdistanê jî bi berxwedaneke mezin bersiva êrîşên dagirkeriyê didin û derbên giran li artêşa Tirk didin. HPG’ê bîlancoya ji 23’yê Gulanê heta 23’ê Hezîranê eşkere kir. HPG’ê diyar kir Gerîlayan di nava mehekê de ji bejahî 288 û ji hewayî ve jî 39 çalakî kirin. HPG’ê got, di encama van çalakiyan de 389 dagirker hatin kuştin, bi dehan çeper û wesayîtên leşkerî hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên 2 mehan yên êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser başûrê Kudistanê û pêngavên Cenga Xabûr û ya Bazên Zagrosê eşkere kir.

HPG’ê di destpêka daxuyaniyê de bibîrxist ku di şeva 23’ê Nîsanê de li hemberî qadên Avaşîn, Metîna û Zapê ên Başûrê Kurdistanê tevgera dagirker hatibû destpêkirin û li hemberî vê dagirkeriyê jî hêzên gerîla dest bi Pêngavên Şoreşger ên Cenga Xabûr û Bazên Zagrosê kiribûn.

HPG’ê da zanîn di berxwedana 60 rojan de, gelek mînakên berxwedana destanî û qehremantiyê hatin nîşandan û wiha hate gotin;

“Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li ser xeta gerîlatiya dema nû li Avaşîn, Zap û Metînayê bi performansa şer, asta biryardariyê û bi taktîkên xurt ên gerîla, li Kurdistanê dîrokeke nû afirandiye. Hêzên me di van 60 rojan de, her roj di nav têkoşînê de bûn, bi îradeya xurt û cesareta mezin a îdeolojiya Apocî, derbên giran li dijmin xistin.”

HPG’ê destnîşan kir di pêvajoya du mehane de, bi pêşengiya gerîlayên ku şehîd bûne gelek destanên berxwedanê hatine nivîsandin, dewleta Tirk a dagirker tişta ku xwestiye nikariye bi dest bixe, derbên giran xwariye û encamên vî şerî ji raya giştî ya Tirkiye û cîhanê veşartiye.

HPG’ê destnîşan kir dewleta Tirk a dagirker li hemberî çeperên berxwedanê yên gerîla çekên kîmyewî û gazên jehrî bi kar aniye û wiha dewam kir,

“Di rojên dawîn de jî xeta Kurdên xiyanetkar derdixe pêş, li ser bingeha provokasyonên ku bi destê hinek kesan hatine avakirin, dixwazin ji pişt ve li berxwedana me bixin.

Bi saya bihistyariya tevgera me û hêzên me yên li qadê, gelê Kurd nerazîbûna xwe ya li hemberî vê siyaseta qirêj û israra xwe ya ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî, lîstikên dagirkeran pûç kiriye.”

HPG’ê derbarê bîlançoya şerê du mehan a Pêngavên Şoreşger a Cenga Xabûr û Bazên Zagrosê de ev agahî parve kir;

“Li dijî dagirkeran 288 çalakîyên bejahî û 39 çalakiyên hewayî hatin lidarxistin.

389 dagirker hatin kuştin û 47 dagirker jî birîndar bûn.

Derb li 17 wesayîtên leşkerî hate xistin.

Hêjmareke zêde amûr û çeperên dijmin hatin rûxandin.

Hejmarek zêde alavên leşkerî li ser dijmin hatin rakirin.

Dijmin 17 caran li hember çeperên gerîla çekên kîmyawî û gazên jehrî bikaranî.

Dijmin 62 caran hewl da bikeve nava tûnelên şer.

Di encama berxwedana dîroî de 54 gerîla şehîd bûn.”

Back to top button