Serokwekîlê HDP’ê: Em ê li hember êrîşan serî netewînin

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zext, girtin û êrîşên li ser endamên HDP’ê didome.
Dadgeriya Tirk têkildarî parlamentera berê ya HDP’ê ya Sêrtê Hatîce Kocaman bi hinceta ku tevlî xebatên Kongreya Civaka Demokratîk bûye biryara girtinê da.

Dadgeriya Tirkiyê bi hinceta “endametiya rêxistinê” li hemberî parlamentera HDP’ê ya berê ya Sêrtê Hatîce Kocaman, doz vekir.

Di encama dozê de dadgehê biryara girtina Kocaman da.

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç jî li dijî zext girtina li ser HDP û endamên wî berdek nîşanda û got:

Bi girtin êrîş û zextan ve dixwazin partiya me bigrin.

Lê HDP ne dikaneke ku deriyê wê bê girtin. Tevgereke mezin a gel e.

Di mijara siyaseta demokratîk de em ê sekna xwe ya bi biryar dewam bikin, ji vê yekê tawîzê nedin.

Polîsên tirk îro bi ser avahiyên rêxistinên navçeyên HDP’ê yên Stenbolê de jî girt û dest danîn ser pankartên “Deng bide grevên birçîbûnê” ku daliqandibûn.

Hat zanîn ku hin hevserokên rêxistinên navçeyan hatine binçavkirin.

Her wiha 4 welatiyên kurd li bajarê Îzmîr û Antalyayê jî hatin binçavkirin.

Back to top button