Xelkê kantona Cizîrê tecrîda li dijî Rêber Apo bi çalakiyên girseyî şermezar kirin

Ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo çalakiyên girseyî li kantona Cizîrê têne lidarxistin.
Îro jî bi hezaran xelkê kantona Cizîrê daketin qadan û komplo şermezar kirin.
Pêkhateyên herêmê peyama bilindkirina têkoşînê heta azadkirina Rêber Apo dan.

Bi vê bangê xelkê Dirbêsiyê daketin qadan û komploya li dijî rêberê aştiyê Rêber Apo şermezar kirin.

Piştî meş axaftin hatin kirin û wiha hate gotin:

“Em ê li ser rêya Rêber Apo bimeşin û tevahî komplo û êrişan vala derxin.”

Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyê jî li Tirbespiyê daxuyanî da û got:

“Bêdengiya navnetewî li hember sûcên ku dewleta Tirkiyê li dijî Rêber Apo pêk tîne hevkariya bi vî sûcî re ye.

Em bi tundî komployê û tecrîda ku bûye dewama wê şermezar dikin û teqez dikin ku em ê bi berxwedan û têkoşîna xwe Rêber xwe azad bikin.”

Li Qamişlo, Amûdê, Girkê Legê, Til Hemîs, Çilaxa û Dêrikê çalakiya xwendina pirtûkên Rêber Apo ji aliyê jinan ve hate lidarxistin.

Di çalakiyan de hate diyarkirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were bidest xistin divê di felsefeya wî de kur bibin.

Bi heman armancê jinên ciwan li Qamişlo pêşengehek ji bo pêşandana wêne û pirtûkên Rêber Apo li dar xistin.

Kongra Star li Til Birakê jî civînek derbarê komploya navnetewî de ji bo gel li dar xist.

Di civînê de bal hate kişandin ser armancên komplogeran û hate diyarkirin ku bi berxwedanê ev armanc vala hatin derxistin.

Pişt re dengê Rêber Apo hate guhdarîkirin.

Back to top button