Polîsên dewleta Tirk li 22 bajaran 179 kes binçavkirin

Polîsên dewleta Tirk li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi ser malan de girtin, û bi sedan kes hatin binçavkirin

Polîsên dewleta Tirk bajarên Wan, Amed, Êlih, Şirnex jî di navê de li 22 bajaran di seetên serê sibê de bi ser malan de girtin.

Di serdegirtinan de 179 kes hatin binçavkirin.

Di nava kesên hatin binçavkirî de endamên DEM Partî jî hene.

Sedema binçavkirinan nehate zanîn û hate diyarkirin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe.

Hate ragihandin kesên hatine binçavkirin birine navendên polîsan yên li wan bajaran.

Wezîrê Karên Hundir yê dewleta Tirk Elî Yerlîkaya jî derbarê operasyonên qirkirinê de daxuyanî da û diyar kir wan li 22 bajaran operasyon pêk anîne û 179 kes xistine binçavan.

Back to top button