Pêla qirkirina siyasî: Li 32 bajaran bi sedan kes hatin binçavkirin

Li Rojava pêla êrişan, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî pêla operasyonên qirkirina siyasî.
Îro li 32 bajaran di encama serdegirtina malan de, di nav de rêveberên DEM Partiyê 208 kes hatin binçavkirin.
Tevî zext û binçavkirinan li gelek bajaran gel li dijî êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan.

Doh êrişên dijwar ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro jî operasyonên qirkirina siyasî ên li dijî gelê Kurd

Îro li 32 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê polîsên dewleta Tirk ên faşîst di ser malan de girtin.

Di çarçoveya lêpirsînên bi îdîaya “propagandaya rêxistinê” de di nav de rêveberên DEM Partiyê bi sedan kes hatin binçavkirin.

Wezîrê Karê Hundir ê Tirk: 208 Kes hatin binçavkirin

Wezîrê Karê Hundir ê Tirkiyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal peyamek parve kir û ragihand ku di encama serdegirtinên li 32 bajaran de 208 kes hatine binçavkirin.

Tevî zext û binçavkirinan gelê Bakur li dijî êrişan daketin qadan

Tevî zext û binçavkirinan li bajarê Riha, Mêrdîn, Wan, Mûş û Sêrtê gel ji bo şermezarkirina êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan.

Xelkê Bakur bi tundî bertek nîşanî êrîşan dan û berxwedana li Rojava silav kirin.

Ev der bajarê Wanê ye.

Tevgera Jinên Azad TJA’yê li pêşiya avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî daxuyanî da.

Girseyê xwest daxuyaniyê li derve bide, lê polîsan mudaxile kirin û zext kirin daxuyanî provake bikin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gonul Uzunay anî ziman desthilatdar bi êrişên li dijî Rojava destkeftiyên gelê Kurd armanc digre.

Gonul Uzunay destnîşan kir ku ev şer di heman demê de zirarê dide Tirkiyê û divê ey yek were rawestandin.

Li Rihayê jî tevî astengiya polîsa li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partî daxuyanî hate dayîn.

Rêxistinê bang li desthilatdarê kir ku dev ji polîtîkayên xwîn rijandinê berdin û hate gotin:

Divê hemû pirsgirêk bi rêya guftûgoyê bên çareserkirin û navnîşana çareserkirina pirsgirêka Kurd jî Îmrali ye.

Bi heman armancê li Mêrdînê jî gel ji bo rawestandina êrişên qirkirinê daketin qadan û li dijî êrişan peyama yekitiyê dan.

Rêxistina DEM Partiyê ya Sêrtê jî bî daxuyaniyeke çapemeniyê nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê da.

Not: Di çalakiyê de dirûşmeyên “Gelê Rojava ne bi tenê ye” û “Zext nikarin me têk bibin” hatin berzkirin.

Operasiyona qirkirina siyasî do roja 3’an de didome

Back to top button