Beriya çend rojan, serokê ENKS’ê Siûd Mele, dewleta Tirk weke dijminê herî mezin ê gelê Kurd bi nav kir. Balkêş e ku ev daxuyaniya Siûd Mele, rê li ber hêrsa rêveberên ENKS’ê vekir. Sekreteriya ENKS’ê ragihand ku daxuyaniya Mele wan alaqedar nake.
Roja Îna derbasbûyî serokê ENKS’ê Siûd Mele li bajarê Qamişlo civînek pêk anî.
Mele di wê civînê de rêjîma Tirk, weke dijminê herî mezin ê gelê Kurd bi nav kir û got;
Hêza binavê “Arêşa Niştîmanî ya Sûrî” çete ne.
Tevî ku Siûd Mele ev nirxandin bi navê serokatiya ENKS’ê kir jî lê rêveberên wî li dij derketin.
ENKS: Gotinên Siûd Mele ne helwesta ENKS’ê ye
Sekreteriya Giştî ya ENKS’ê bi daxuyaniyekê li dijî gotinên Siûd Mele nerazîbûn nîşan da.
Sekreteriya ragihand ku gotinên Siûd Mele ne helwesta ENKS’ê ye û got;
Ya hatî gotin, tenê nerîneke kesayetî bû. Em weke ENKS’ê hêzeke bingehîn a “Opozisyona Sûrî” ne.
Ji ber ku Tirkiye xwedî li gelên Sûrî derket, em sekna wê binirx dibînin.
Girêdayî heman mijarê, ji rêveberên “Opozisyona Sûrî” Mustafa Seycerî jî gotinên Siûd Mele şermezar kirin û got:
Divê ENKS’ê lêborînê ji Îtîlafê û hêzên wê yên çekdar bixwaze.
Çekdarên ku Seycerî behsa wan dike, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine.



