Rêxistina Efû ya Navnetewî: Talîban li Efxanistanê sûcê şer dike

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî rapora xwe ya li ser binpêkirina mafê mirovan û sûcên şer yên li welat eşkere kir.  Rêxistinê got: Talîban li Efxanistanê sûcê şer dike. Her wiha rêxistinê got, Hêzên DYA û Efxan jî berê bûne sedema mirina sivîlan.

Metirsî û tevgera Talîbanê bi raporên mafên mirovan yên têne weşandin jî rewşa li Efxanistanê derdikeve ber çavan.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) doh li ser rewşa Efxanistanê rapora xwe weşand.

Rêxistinê diyar ir ku ne tenê Talîban lê hêzên DYA û parastinê yên Efxanistanê jî bûne sedema ku sivîl bên kuştin.

Talîban di 15’ê Tebaxê da paytexta Efxanistan Kabûl kontirol kir û kontrola rêveberiya welat xist destê xwe.

Sekretera Giştî yê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Agnes Callamard di daxuyaniya çapemeniyê de got:

“Bi mehan beriya hilweşîna hikûmeta Kabulê, Talîban gelek caran sûcên şer û bi awayekî xwînsar kes kuştine.

Hêzên Efxan û Amerîkî jî sivîl kuştin.

Belgeyên me yên nû jî mîna ku Talîban dibêje bê kêmasî hikumet tê rêvebirin jî vale derdixe.

Ya tê xuyakirin xelkê Efxan vê guhertinê bi canê xwe dide.”

Di raporê de tê gotin, êdî xanî, nexweşxane, dibistan û cihên kar veguherîne taxên sûc.

Di rapora bi sernavê “Rev tune: Di dema ku Efxanistan ji aliyê Talîbanê ve hat dagirkirin sûcên şer û zerarên gihandin sivîlan” ku jî têkildarî êrîşên di 6’ê Îlonê de ji aliyê Talîbanê ve hatin kirin de agahî hatin girtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin “rêveberiya hovane û nemirovî ya Talîbanê, sûcê şer e”.

Di raporê de li ser 4 êrîşên hewayî yên salên dawî jî agahî hatin parvekirin.

Hate ragihandin ku di encama sê êrişên hewayî yên DYA û êrişeke hêzên Efxan de, 8 zarok, 5 jin û 15 mêr hatin kuştin.

Her wiha 6 jî birîndar bûn.

Back to top button