Li Efrînê rojane hovîtî û binpêkirinên dagirkeran zêde dibin..
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 welatîyên din ji navçeya Mabata revandin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê çeteyên dewleta Tirk Cîhad Mihemed Mensûr 51 salî ji gundê Şorbê, Ferîd Ehmed Mistefa yê ji gundê Emara û Bêrem Mihemed Mistefa (35) yê ji gundê Şêxûtka yê navçeya Mabata ya Efrînê revandine.
Hate zanîn ku çeteyan Bêrem Mistefa biriye girtîgeheke dewleta Tirk a dagirker a li Efrîna dagirkirî ji her du sivîlên din jî ti agahî nayê girtin.
Tim sivîlên li Efrîna dagirkirî ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve tên revandin û heta ku werin berdan, ji malbatên wan pereyên zêde dixwazin.