Hêzên PDK’ê deriyê Sêmalka bi blokan girt

Malbatên Şehîdan 73 roj in li deriyê Sêmalka ji bo ku cenazeyên zerokên xwe yên ku PDK’ê ew şehîdxistine bigirin çalakî destpêkirine.
Lê PDK li şûna ku cenazeyên şehîdan radest bike bi girtina deriyê Sêmalka bersiva malbatên şehîdan da.
PDK’ê vê sibê her du deriyên Sêmalka bi blokan li çûn û hatinê girt.

Deriyê Sêmalkayê serê sibehê ji aliyê hêzên PDK’ê ve bi blokên metal hat girtin.

Rayedarên deriyê Sêmalkayê diyar kirin ku Hêzên PDK’ê bêyî agahiyekê bidin pira di navbera Başûr û Rojava de girtin.

PDK’ê hemû kar û barên li deriyê sêmalka dan sekinandin.

PDK’ê pira duyemîn jî li çûn û hatinê girt

Piştî girtina deriye sînor ê Sêmalkayê Hêzên PDK’ê pira duyemîn a deriye sînor ê Sêmalkayê jî girt.

Her wiha gelek polîs jî li ser sînor bi cih kirine.

PDK’ê heta niha bersiv nedaye daxwaza malbatan a wergirtina cenazeyên şehîdan ku ev 73 roj e li Sêmalkayê çalakiyê li dar dixin.

PDK’ê berê jî gelek caran dergehê Sêmalkayê girtin û ambargo li gelê Rojava ferz kiribû.

Back to top button