Çiya Kurd: Rêveberiya Xweser dê têkoşîna xwe dewam bike

Çiya Kurd Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştras dike ku dewleta Trk bi rêêya êrişên li ser herêmê hewl dide krîzên xwe yên hundirîn derxe derve. Li ser hewldanên çareserkirina aloziya Sûriyê jî Çiya Kurd carece din piştrast kir ew ji bo diyalogan amade ne û tekez kir temamkirina diyalogan wê rê veke ku hemû hêzên derve ji Sûriyê derkevin, di serî de jî dewleta Tirk. 

Duh li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, civîneke girseyî pêk hat.

Di civînê de, Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd nirxandin kir.

Têkildarî gefên berdewam ên dewleta Tirk li dijî herêmê Çiya Kurd anî ziman ev gef û êriş wê li gel dewama zihniyeta deshilat a Tirkiyê ku gelan qir dike, bidomin.

Çiya Kurd piştrast kir bi rêya van êrişan Dewleta Tirk hewl dide krîzên xwe yên hundirîn derxe derve.

Bedran Çiya Kurd: Em ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ji diyalogan re amade ne

Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê jî Çiya Kurd dibêje “Em niha bi hemû derfetên xwe hewl didin çareyeke siyasî li ser asta Sûriyê pêk bînin û em amade ne vê role bilîzin.”

Bedran Çiya Kurd: Temamkirina diyalogan wê Tirkiye û hemû hêzan ji Sûriyê derxîne

Çiya Kurd tekez kir wê temamkirina diyaloga berfireh li Sûriyê rê veke ku hemû hêzên derve ji Sûriyê derkevin, di serî de jî dewleta Tirk.

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd dawiya nirxandina xwe got ” Ji bo em ji vê aloziyê derkevin, Divê em her tiştî ber bi başbûnê ve biguherin, ji destûra li welat bigire heta bi sazî û pergala siaysî.”

Back to top button