56 sal e li ber dengê stranan hiriyê dirêse.
Em behsa dayika bi navê Fesla Hecî Hisên dikin .
Fesla Hecî Hisên di ber stranên kurdî yên folklorî û bîranên demên berê hiriyê dirêse.
Yek ji wan jinên ku xwedî dîrokin dayika bi navê Fesla Hesen Hecî Hisên e.
Dayika Fesla heta niha çand û kevneşopiya kurdî ji windabûnê diparêze û vediguhêze zarokên xwe.
Dayika Fesla jiyana xwe di karê zeviyan, karên malê, û gelek karên din ên gundan de derbas kir.
Dema yek li mala dayika Fesla bigere, bêhna demên berê dike.
Dayika Fesla destnîşan kir ku berê her tişt bi wate bû û wan bi dilekî xweş li ber stranên folklorî karên xwe dikirin ..
Em hewl didin çanda kurdî biparêzin û derbasî nifşên nû bikin.
Heta niha jî dayika Fesla stranên kurdî yên kevin di ber rêsandina hiriyê re xweş dibêje.