Şeniyên Kobanê ji bo bêhnvedanê berê xwe didin parkan

Li bajarê Kobanê 9 park (4 mezin û 5 biçûk) û daristanek hene.
Ev parkên giştî ji bo xelkê bûye cihê bêhnvedanê nê ye.
Ji ber vê Şêniyên kantona Kobanê berê xwe didin van parkan.

Derbarê tevgera şêniyan di parkên giştî de, rêveberê parka giştî ya Kobanê Rêber Hecano axivî.

Rêber Hecano diyar kir ku em li vir şahiyên hunerî û pêşbirkan li dar dixin.

Bi pirbûna daran û lîstokên zarokan rewşeke xweş didin bajêr.

Piştî têkbirina êrişên çeteyên DAIŞ’ê, êdî pêwîstiya Kobanê bi projeyên wek avakirina parkan hebû.”

Rêveberiya Parkan xebatên jinûve avakirin û serersatkirina parkan dike.

Di salên dawîn de ji ber êrişên dewleta Tirk hatibû paşguhkirin.

Lê Rêveberiya Xweser plan dike ku 3 parkên din li bajêr ava bike.

Back to top button