Şerê Îsraîl û Hamasê 100 roj li pey xwe hişt

Şerê li Xezayê yê di navbera Hamas û Îsralê de 100 roj li pey xwe hişt. Hejmara kuştiyan gihiştiye 24 hezaran.
Hat ragihandin di nava 24 saetên dawiyê de li Xezayê 151 kesên din hatine kuştin û nêzî 250 kes jî birîndar bûne.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû jî têkildarî doza qirkirinê ya ku Afrîka Başûr li dijî Îsraîlê vekiriye got,“Heta em bighêjin armanca xwe wê şer dewam bike û ti kes nikare me bisekinîne.”

Şerê Hamas û Îsraîlê ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve dewam dike, 100 roj li pey xwe hişt.

Heta niha di şerê ku navenda wê Xeza ye, hejmara kuştiyan gihiştiye 23 hezar û 800 kesî û bi deh hezaran kes jî birîndar bûne.

Di 24 saetên dawiyê de li Xezayê 151 kes mirin

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê di êrişên Îsraîlê ên di nava 24 saetan de 151 kes mirine û 248 kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin li herêmên navîn û başûr yên Xezayê şer û pevçûnên dijwar didomin.

Artêşa Îsraîlê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku duh fermanderakî payebilind yên wan hatiye kuştin.

Her wiha di daxuyaniyê de tê gotin li Xan Yunus êriş birine ser komên Filistînî, devên tûnelan hatine rûxandin, avahiyên ku şervan, cebilxane û moşek lê hene hatine hedef girtin.

Hamasê jî ragihand ku li rojhilatê Xan Yunus 6 tank û wesayîteke leşkerî ya Îsraîlê hatiye hedef girin.

Artêşa Îsraîlê: Em ê zextên li ser Hamasê zêde bikin

Fermandarê Giştî yê Artêşa Îsraîlê Herzî Halevî jî diyar kir ku ewê zextên li ser Hamasê zêde bikin.

Halevî yê ku duh derbarê mijarê de daxuyanî da got, ”

“Me plana fermandariya başûr ya berdewamkirina şer û zêdekirina zextên li ser Hamasê erê kir. Ev zext wê Hamasê ji hev bixe û rê li ber vegera hêsîran veke.”

Netanyahû: Ti kes nikare me bisekinîne

Li aliyê din doza qirkirinê ku Afrîka Başûr li dijî Îsraîlê vekiriye li Dîwana Edaletê ya Navnetewî a li Lahey dewam dike.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû têkildarî îdiayên qirkirinê yên Afrîka Başûr li Wezareta Parastinê ya li Tel Avîvê civîna çapemeniyê li dar xist.

Netanyahû destnîşan kir ku heta ew bighêjin armanca xwe wê şer bidomînin û got,

“Ne Lahey û ne jî eksena şer nikarin me bisekinîn. Heta ku em armanca xwe ya tunekirina Hamasê, vegerandina hêsîran li malê wan û ewlekirina Xezayê pêk bînin wê şerê me dewam bike.”

Li Tel Avîv’ê li dijî netanyahû xwepêşandenek girseyî pêk hat

Li paytexta Îsraîlê Tel Avîvê jî şevê din bi beşdarîya 120 hezar kesî xwepêşandeneke mezin pêk hat.

Ji ber rizgarnekirina hêsîrên di destên Hamasê de hikumeta Netanyahû hate protestokirin.

Xwepêşandêran xwestin hêsîrên di destên Hamasê de serbest bên berdan.

Back to top button