HRE: Şervanê me Şiyar Şehba şehîd bû

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê şehadeta şervanê xwe Şiyar Şehba ragihand.

HRE’yê eşkere kir ku şervanê wan Şiyar 5’ê Cotmehê dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.

HRE’yê diyar kir ku hevrêyê wan Şiyar di cih û demên cuda de gelek xebat dan meşandin.

Hêzên Rizgariya Efrînê sersaxî ji malabata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Welîd Kilî bi nasnav Şiyar Şehba, 5’ê Cotmeha 2023’an li herêma Efrînê şehîd bû.

Nasnav: Şiyar Şehba
Nav û Paşnav: Welîd Kilî
Navê Dayikê: Sebah
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê | 5’ê Cotmeha 2023

Back to top button