7. salvegera Komkujiya Parîsê KJK: Em ê xeyalên wan ên azadiyê pêk bînin

Koordînasyona KJK’ê di 7. salvegera Komkujiya Parîsê de şehîdên komkujiyê bibîranî û diyar kir ew ê xewn û xeyalên wan pêk bînin.
Konseya Rêveber a KNK’ê jî diyar kir ku Fransa ji ber heta niha kûjêrên komkujiyê ceza nekiriye deyndar e.

Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya 7. salvegera Komkujiya Parîsê ku di 9’ê Çileya 2013’an de li dijî şoreşgerên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez pêk hatibû daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KJK’ê destnîşan kir ku ev komkujî bi fermana Erdogan û bi destê MÎT’ê pêk hatiye û di bin navê “pêvajoya çareseriyê” de parçeyek ji plana lawazkirin, teslîmgirtin û têkbirina hêzên azadiyê û gelê Kurd e.

KJK anî ziman ku ev komkujî li dijî bingeha tevgera azadiyê, xeta azadiyê û îradeya serxwebûnê pêk hatiye û weha dewam kir:

Ev komkujî êrişeke ku li dijî pêşengên gelekî hatiye kirin. Lewma divê dewleta Tirk bê darizandin. Ji ber vê yekê wê bihurîna demê ya di ser dozê re neyê qebûlkirin û wê her tim bê bibîranîn ku dem di sala 2013’an de rawestiya ye û her tim li pey heqîqetê bin.

KJK’ê diyar kir ku kujerê her sê jinên şoreşger dewleta Tirk e divê Fransayê berpirsyariyên xwe bi cîh bîne, komkujiyê ronî bike, kujêran darizîne û edaletê pêk bîne.

KJK’ê di salvegera 7’an a Komkujiya Parîsê de hevalên xwe Sara, Rojbîn û Ronahî bi rêz bi bîr anîn û got:

Em ê xewn û xeyalên wan, hesreta wan a Kurdistana azad, jin û civaka azad pêk bînin. Ji bo bi Sara, Rojbîn û Ronahî re siberojên azad bên afirandin, em ê milîtanî, berxwedêrî, pêşengî û şoreşgeriya wan di kesatiya xwe de bi cih bikin û pêk bînin.

7. SALVEGERA KOMKUJIYA PARÎSÊ
KNK: DIVÊ GEL 11’Ê ÇILEYÊ TEVLÎ MEŞA PARÎSÊ BIBIN

Konseya Rêveber a KNK’ê jî komkujiya Parîsê bi tundî şermezar kir û diyar kir ku Fransa ji ber kujêrên komkujiyê eşkere nekir, deyndar e gelê Kurd e.

KNK’ê bang li dadgeha Fransayê kir ku kujêrê her sê jinên şoreşger darizîne û wan ceza bike.

KNK’ê bang li gelê Kurd kir ku bi daxwaza edaletê ji hemû salan zêdetir, 11’ê Çileyê li Parîs ê kom bibin û ji bo kujêr were darizandin dengê bigihînin cîhanê.

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close