Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji ber di sersalê de gulle reşandin 40 kes girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand kir ku ji der di şahiyên sersalê de bêserûber gulle reşandine, 40 kes hatine girtin.
Ji aliyê din ve Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî li bajarê Hesekê 2 bazirganên çekan û madeyên qedexekirî girtin.

Li herêmên Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê di salên dawî de ji ber di şahî û merasîmên oxirkirinê de gelek caran bê serûber gulle tê reşandin, ev rewş xetereyên mezin bi xwe re tîne.

Di encamê de heta niha gelek sivîl birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane.

Şênî jî ji ber vê yekê bi hêrs in û dixwazin rêxistinên ewlekariyê pêşî li vê bigirin.

Hêzên Ewlekariyê ji ber vê yekê reşandina gulleyan qedexe kir.

Lê tevî vê yekê di şahiyên sersala 2020’an de li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûrî dîsa bêserûber gulle hate reşandin.

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî El-Hesen diyar kir ku ew hewl didin vê rewşa xeter bi dawî bikin û rê li ber qezayan bigirin û got,

“Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo ewlehiya şêniyan biparêzin, dewriyeyên xwe zêde kirin û bendên xwe li tevahiya bajar û bajarokan belav kirin.”

El-Hesen eşkere kir ku hêzên wan 40 kesên ku di şahiyên sersalê de bêserûber gulle reşandine girtin, çekên wan desteser kirin û ew radestî dadgehên sivîl kirin.

Elî El-Hesen, bang li şêniyan kir ku li gorî biryarên Hêzên Ewlekariyê tevbigerin û bi wan re bibin alîkar.

HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN
LI BAJARÊ HESEKÊ 2 BAZIRGANÊN ÇEKAN Û MADEYÊN QEDEXEKIRÎ GIRTIN

Li aliyekî din Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Hesekê 2 bazirganên çekan û madeyên qedexekirî girtin.

Hêzên Ewlekariya bi bazirganan re gelek çek, çebilxane û madeyên hişbir jî dîtin.

Mijarên Girêdayi

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close