4 sivîl li Helebê ji ber topbarana rejîmê hatin kuştin

Hêzên rejîma Sûrî xwe li derdora Helebê xurt dikin.
Hat diyarkirin ku li gundewarê Idlibê bêhtirî 350 êrîş pêk hatin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku gelek tank û alavên leşkerî gihan hêzên rejîma Sûrî yên li gundewarê Heleb û taxên derdora wê belav dibin.

Hat diyarkirin ku ji ber topbarana hêzên rejîmê li ser gundê Berqûm ê li gundewarê Helebê, tevî zarokekî 4 sivîl hatin kuştin.

Çeteyên dewleta Tirk jî, êrîşî deverên rejîma Sûrî yên li Sed Şixêdila yê li gundewarê Helebê kirin.

ŞERÊ LI IDLIBÊ
DI NAVBERA REJÎMÊ Û ÇETEYÊN DEWLETA TIRK DE ŞERÊ DIJWAR RÛ DIDE

Çavdêriyê diyar kir ku li Idlibê jî çeteyan bi moşek û hawanan bajarokê el-Teh, gundê el-Zehebiyê û kampa el-Beraxîsî ya li gundewarê Idlibê yê başûr-rojhilatî topbaran kirin.

Hat diyarkirin ku hêzên rejîmê bajarokên Maerat el-Numan, Xan el-Sibil û hinek deverên din bombebaran kirin, lê heta niha der barê ziyanan de ti agahî nehatin bidestxistin.

Leave a Reply

Back to top button