Brîtanya û Almanya êrîşa Îranê li ser baregehên Emerîkî şermezar kir

Êrîşên Îranê li dijî baregehên koalîsyona navdewletî yên li Iraqê gelek bertek bi xwe re anîn. Êrîş ji aliyê Brîtanya û Almanyayê ve hat şermezarkirin her weha şopa rêya ezmanî ya Iranî ji bo çend şirketên firînê hat guhertin.

Wezîrê derve yê Îmaratê Enwer Qirqaş li ser hesabê xwe yê Twîterê tekez kir ku kêmkirina şer dinavbera Emerîka û Îranê di dema niha de pêwîstiyek e û divê pêvajoyeke siyasî ku herêmê ber bi aramiyê ve bibe, were meşandin.

Êrîşa Îranê li dijî baregehên Koalîsyona Navdewletê yên li Iraqê ku hêzên Brîtanî jî di nav de ne ji aliyê Birîtanyayê ve jî hat şermezarkirin.

Wezîrê derve yê Birîtanyayê Domînîk Rab got: “Em vê êrîşê şermezar dikin, em ji agahiyên derbarê ketina birîndaran û bikaranîna mûşekên Balîstî bi fikar in.”

Wezareta Parastinê ya Almaniyayê jî êrîş bi tundî şermezar kir û eşkere kir ku ti ziyan negihiştiye leşkerên Alman ên li baregeha Hewlêr ê.

Her weha çavkaniyekê ji Hikumeta Fransayê tekez kir ku ti plana wan tine ye ku hêza xwe ya ji 160 leşkeran pêk tê, ji Iraqê bikişînin.

Ji aliyê din ve Cîgirê Serokwezîrê Spanyayê tekez kir ku welatê wî wê hin hêzên xwe yên li Iraqê veguhezîne Kuwêtê.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netenyaho jî êrîşa Iranê şermezar kir û piştgiriya xwe bo Emerîkayê ragihand.

Derbarê bûyerên dawî ku li herêmê rû dane jî, çav li rê ye ku sibe Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavişoglu serdana Iraqê bike.

Her weha Berdevkê Wezareta Derve yê Çînê derbarê rewşa li rojhilata navîn de axivî û got: ev rewş ne di berjewendiya ti kesî de ye, divê pirsgirêk bi rêya diyalogan û bi awayekî guncaw werin çareserkirin.

Piştî vê êrîşê Hikumeta Hindistanê jî hişyarî da welatiyên xwe yên li Iraqê ku tevgera xwe kêm bikin.

Her weha şirketên firînê yên Almanya, Ukrayna, Awustraliya, Malîzîya û Singaporê rêyên xetên xwe yên ezmanî yên di ser Îranê re derbas dibin, guherandin.

Leave a Reply

Back to top button