NY: Divê peymana şandina alîkariyê were nûkirin

Netewên Yekbûyî NY ji bo karibe hîn zêdetir alîkarî bide koçberan daxwaz kir ku peymana şandina alîkariyan ya ji bo Sûriyê were nû kirin.

Peymana şandina alîkariyan ya ji bo Sûriyê wê 10’ê Çileyê de bi dawî bibe û ji ber vê yekê NY’yê daxwaza nûkirina peymanê kir.

Bi nûkirina peymanê re wê karwanê alîkariyan ji sînor derbasî Sûriyê bibe.

Endamên Meclisa Ewlehiya Navdewletî ji sala 2014’an ve nekarîbûn peymana alîkariyê nû bikin.

NY’yê nûkirina peymanê girîng dibîne.

Endamê Boruya Karûbarên Mirovî ya NY’yê Jens Lerkie der barê mijarê de axivî û diyar kir ku bi nûkirina peymanê re ew ê karibin alîkariyê pêşkêşî bi sedan kesî bikin.

Ji sala 2014’an ve NY’yê 30 hezar kamyonên alîkariyê bi rêya 4 nuqteyên li sînor derbasî Sûrî kiribû.

Leave a Reply

Back to top button