Tevgera Çand û Hunerê ya Til Temirê: Em nahêlin dagirker Çanda me tune bikin

Li Til Temirê endamên Tevgera Tevgera Çand û Hunerê tevî şer û êrîşên dewleta Tirk xebatên xwe berdewam dikin.
Endamên çandê ku ji ber êrîşan niha li malan perwerdeyê dibînin gotin, “Em nahêlin ku dagirker çanda me tune bikin.”

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker navenda Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Til Temirê bi xetereyan re rû bi rû ye.

Lê endamên tevgerê tevî vê rewşa şer xebatên xwe ranewestandin û li malê şêniyan xebatên xwe meşandin.

Koma Şoreş ku ji 8 endaman pêk tê, piştî êrîşên dewleta Tirk niha li malan perwerdeya mûzîkê dibînin.

Endamên Koma Şoreş tevî perwerdeyê, diçe serdana koçberan yên li dibistanan jî û hewl dide bi stranên xwe moralê wan geş bike.

Hevserokê Saziya Çand û Hunerê ya Til Temirê Ciwan Dawûd anî ziman ku ew ê ti carî li hemberî dagirkeran serî netewînin û got,

“Tu carî nikarin vîna me bişkînin. Li dijî êrîşan emê xebatên xwe berfirehtir bikin.”

Endama Rêveberiya Kevana Zêrîn Hedla Ebdo jî destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze çanda wan qir bike û weha got:

“Eger em ji çanda xwe dûr bikevin, wê demê em ê ji axa xwe jî dûr bikevin. Em tu carî nahêlin ku çanda me tune bikin.”

Leave a Reply

Back to top button