Jineke Iraqî li Kampa Holê kuştî hat dîtin

Jineke Iraqî li ser destê DAIŞiyên Kampa Holê ya li bakur-rojhilatê Sûrî hat kuştin.

Ajansa Hawarê ragihand ku îro vê sibê hêzên ewlekariyê yên li hundirê Kampa Holê termê jineke kuştî dît.

Li gorî agahiyan, jina bi navê Fedîla Ibrahîm bi alaveke tûj hatiye kuştin.

Fedîla, jineke Iraqî û 27 salî ye.

Berpirsên ewlehî yên Kampê anî ziman ku bûyer di nîvê şeva borî de qewimiye.

Di 2yê Çileyê de jî, jinek û zilamekî ku herdu Iraqî ne, li Kampa Holê hatin kuştin.

Weke tê zanîn, li gel gelek penaberan, hejmarek mezin a malbatên DAIŞê di Kampa Holê de dimîne û ji ber fikirê wan ê tundrew, tundiyê li dijî penaberan bi kar tînin.

Leave a Reply

Back to top button