Duh bi şev li Pîranşar û Serdeşt yên Rojhilatê Kurdistanê şer di navbera hêzên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û Artêşa Pasdaran de derket.
Di encamê de 5 pêşmerge şehîd bûn.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Rojhilatê Kurdistanê hatine belavkirin, şeva borî li her du navçeyên Pîranşar û Serdeşt yên Rojhilatê Kurdistanê, şer derket.
Heta niha ti aliyan daxuyaniyek fermî li ser buyerê belavnekirine.
Lê tê gotin di encama şer û pevçûnan de, li navçeya Qizqapan ya Pîranşarê 5 pêşmerge şehîd bûne.
Navê wan jî wihane:
“Ebdulla Hacî Ebdulla, Karo Hormoziyarî, Tuwana Osmanî, Ferdîn Çengîzî û Mihemed Gergulî ye.”
Li gorî agahiyan her 5 pêşmergeyên şehîd bûne, endamên partiyên Rojhilatê Kurdistanê ne.



