9’ê Cotmehê li Parka Koşûyolû ya Amedê wê daxuyaniyeke çapemeniyê bê dayin û meşek bê lidarxistin.
Hevserokê Wan TUHAY-DER’ê Çetîn Ûyar bang li gel kir ku tevlî meşê bibin.
Çetîn Ûyar bi wesîleya komploya 9’ê cotmehê axivî û got:
“Di şexsê Rêber Apo de komploya navneteweyî li hemberî gelê Kurd hate kirin.
komplo heta vê roja me ya îro dewam dike.”
Çetîn di dewamê de da zanîn tirkiyê pîvana hiqûq û edaletê ji dest winda kiriye.
Halbûkî yekane rêya rizgariya Tirkiyeyê ya ji vê krîzê hevdîtina bi rêber Apo û azadiya wî ye.
Hevserokê Wan TUHAY-DER’ê Çetîn Ûyar dawiyê bang li gel kir ku beşdarî meşa 9’ê Cotmehê bibin.