Şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê berxwedana gerîlayên azadiyê silav kir û gotin ew ê heya dawiyê bi gerîla re bin.
Welatiya bi navê Xedîca Ehemd diyar kir ku hebûna Kurdan bi hebûna gerîlayên azadiyê ve girêdayî ye.
Xedîca got:
” Gerîlayên me li hember dijmin û dagirkeran li ber xwe didin û rêzeçalakiyan li dijî wan li dar dixin.
Ne ji gerîlayên azadiyê ba wê dewleta Tirk a dagirker tevahî herêmên me dagir bike.
Lê gerîla tevahî gelan ji dagirkeriya Tirk diparêze.
Em ê heya dawiyê bi gerîlayên xwe re bin.”
Welatiyê bi navê Nesîm Murad jî destnîşan kir ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi gerîlayên xwe re ne û berxwedana wan a li hember dagirkeran silav dikin.
Nesîm Murad wiha dawî li axaftina xwe anî : ” Gerîla hebûn û rûmeta gelan diparêze û serkeftina gerîlayan mîsogeirya azadiya tevahî gelên bindest e.”
Welatiya bi navê Necah El Qeso anî ziman ku pêkhateya Ereb berxwedan û çalakiyên gerîlayên azadiyan ên li dijî dagirkeran silav kir û teqezkir ku ew ê heta dawî li kêleka gerîlayên xwe bin.